Lo welato lo welato lo welato lo welato Lo welato teyê ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê Tava havînê bi serde hato li welato Goştê min heland xwina min ziha kir Hestiyê min li ber bayê payizê berdan Cihê min kiriye binê zinaran Lo welato lo welate lo welato Teyî ez kirime mîna cixarakê Li devê qelunkêşa lo welato Agir berdane salê danzde meh dişewitim Lê dawiya min nehato lo welato Na na na welato Ezê kirime mîna newxeşekî Li nav livîna werkirim sibe heta êvarî Ji êvarî heta ezraîlê melekê mirinê Ezrailê melekê mirinê mêhvanê mine Ji min dixwazê canê ciwan Emire şêrin lê ez li ber xwe didim welato Lê ez li ber xwe didim ax welato Dikim sekrat dibêjim belkî Belkî te bibînim welato Belkî bibînim te welato Berî mirina xwe lo welato Lo welato lo welato lo welato Lo welato teyî ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê Teyî ez kirime mîna kerengekî dawiya biharê Tava havînê bi serde hato Goşte mîn helandin xwina min ziwakirine Hestiyê min li ber bayê payîzê berdan Cihê min kirine binê zinaran lo welato Lo welato lo welato lo welatoTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.