Xem û derdê min dinyayê birin Roj û şevê min pêt û agir in Heval û Hogir teva barkirin Nizanim sax in nizanim mirin Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê
Tev bûne rewî, ketin ser riyan Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan Ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê Ez mame xerîb, li nav xwediyan Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê
Jiyana min bû, wek şevek tarî Pişta min tewiya, ji bar Giranî Hêstir ji çava, ser rû dibarî Nebextê zemên, ku bimin dikarî Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê
Xew neket çava, dimînim şiyar Çav li riya wa, ji mir bûye kar Havîn zivistan, nabê wa hat buhar Xerîbî tucar ji mer nabê war Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yêTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.