Heval Rustem mamoste bû Bi ilmê xwe di pêş de bû Karê wî tim şoreş û têkoşîn Zanistî û perwerdehî bû
Kanî yadê yadê Rustemê min Kanî kanî fermandarê min Kanî kanî mamosteyê min
Ji bo parastina nirxê xwe eger di oxira wê de em jiyana xwe jî ji dest bidin, em dîsa hazir in ji berxwedanê re
Pêwîste ku em întiqamê ji du tiştan hildin. Yek gerîcîtiya ku dijmin layiqê Kurdan dibîne yê din jî, ew siyaset û înkara dijmin li ser gelê Kurd dide meşandin. Divê em întiqamê ji wan hildin.
Heval Çîçek wek navê xwe bû Çiya bi rengê wê geş bû Mîna stêrkê ezmanan Ji ber çavê min winda bû
Kanî yadê yadê Çîçeka min Kanî kanî fermandara min Kanî kanî rêhevala min
Mafê Kurdistan azadkirin bû Çimkî dijmin digot: Kurd l'vê derê neman, Vê derê Kurdistan nîn e. Gerîlayê rastiyê Kurdistanê Careke din l'vêderê derxist holê
Elîşêr bû karwanê egîdan Ketibû nav karwanê şehîdan Ket nava karwanê şehîdan Axa Kurdistan bi we zêrîn e Em nahêlin heyf û tola we
Kanî yadê yadê Elîşêr ê min Kanî kanî fermandarê min Kanî kanî rêhevalê minTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.