Min xewna xwe çandiye li hewşê Ji vê xewnê ranabim ez Bêhna xwezîyekê jê tê Na na ranabim ez
Ji rengê sor ê şerabê Li ber şewqa vê berbangê Dilerize çirûska findê Bi sala ye xewna min tê Ji vê xewnê ranabim ez
Li wir têk çûye tirs û xof Li wir têk çûye destên hov Min taca evînê da jor Ji vê xewnê ranabim ez
Min navê textê Enqerê Min navê şekirê Şamê Min navê rûnê Bexdayê Û qesrek gewre li Tehranê Ez qurbana wê xezalê Berfa Sîpanê çiqas lê tê Ji evînê ranabim ez Ji vê xewnê ranabim ezTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.