Hîn bihar nehatiye Zozana Lê dunya li bendî me namîne Vaye hatim mêvanê te Deriyê xwe veke
Nebêje qey sibeh tim zû ye Nebê qey çav wê tim bibîne Vaye hatim ber deriyê te Dilê xwe veke
Ey sitbanûya keçên derya Ji rêçek dûr têm westiya me Hatime bibim Mem ê te Baskê xwe veke
Hatim te ji xew hişyar bikim Ji her du çavên te maç bikim Agrê evînê har bikim Çavê xwe vekeTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.