Min dit ew çiyayên bê deng Bi dengê te bir heware Çar hêlê xwe vêxist agir Lê ew ne intîxare
Qêrînên te bêhempa bû Hişbûnên te jî wisa Li gel bayê xerbî Tu xortekî kal e
Lê mirin bi te şa nabe Tu maye ji sibeha
Ji evînê tu qut nebûbû Û tevahiya jînê Bê te payîz xalî bû Te hêz daye vînê
Min dit çiya lalek bû Tu jê re buyî hawar Bi dengê te şîn bû hêvî Rengîntir bûye bihar
Qêrînên te ew zindî bû
Hişyar kir ji xewa giran Bûye teyrek firî bû Venişt li bilindahiya
Nexşeya evînê xem e Şopê ma li payîza Pel diweşînin loma Mizgîn dide ji bihara
Dara hesretê ye dunya keko Bêyî xema stewre ew Erdnigariya şahiya wendaye hêjî Tê gotin bi ber ava çemekî ketiye Û li qiraxa hezkirinekê şîn bûye Li deverek biyanî,lê ne gelekî dûr Dibê bi qasî mijangên xwe nêzîk Lê ew dîsa jî wendaye Ew li wir ketiye: Li ku lal bûbe çivîkek Li ku griyabe zarokek Li ku êşiya be birînek Xatirxwestinên bê wext para kê be Qêrînên herî delal yê wan e keko.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.