Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê
Çima tu nakenî? Çima tu napeyivî? Û li wê valahiyê Dîsa sar mayî
Çima tu nakenî? Çima tu napeyivî? Û li wê valahiyê Weke mirin mat mayî
Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê
Çaxa te dibînim Di vê jiyana tarî Ez xembar dibim Ez birîndar dibim
Çaxa te dibînim Di vê jiyana tarî Ez xembar dibim Ez dîn û har dibim
Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavêTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.