Şerfedîn ẍerzê gulê, Dê bixemilî, dê bixemilî, Ew suneta soti dilî. Xîveta Melik Şerfedîne, Min vedayî li Nisêbîne, Serê terefa ço 'ezmîne. Ciwabê bidene Kûrdistanê, Bila qayim ken îmanê, Şerfedîn mîre wê li dîwanê. Ciwabê bidene Heyporiya, Bila berden reş xumriya, Şerfedîn mîre' Edewiya. Şerfedîn ji miẍarê hate dere, Sed hezar qewşen yî li bere, Nûrî 'alem hey li sere. Şerfedîn ji miẍarê derkeft, Sed hezar qewşen li ber keft, Nûrî 'alem hey li ser keft. Şerfedîn berê xo ji mi miẍarê wergêra, Sed hezar qewşen yî vêra, Hesp di bozin, zîn yî zêre. Şerfedîn wê têt ji ẍêrbe, rast û çep dihingêvit dirbe, Ẍafil dê mirin ji kerbe. Şerfedîn ji ẍerbêve têye, rast û çep dihingêvit dirbêye, Ẍafil dê mirin ji kerbêye. Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa. |