Her hebin pêşmergê me, Xweş dikin jiyana me, Qehremanê gelê me, Wa tên ji hêla Botanê, Rimrim û şadî û dîlan e, Ser rêça Bedran soz dane, Ser rêça Egîd soz dane. Alên wan sor hildane, hatin, hatin… Her hebin pêşmergê me, Xweş dikin jiyana me, Qehremanên gelê me, Hatin ji Diyarbekir, Gurzê dest Kawa bilind kir, Hatin ji Diyarbekir, Gurzê dest Mezlûma bilind kir, Çek û rextan li ser mil kir, Dilê me gelek şa kir, hatin, hatin. Her hebin pêşmergê me, Xweş dikin jiyana me, Qehremanê gelê me, Wa hatin ji hêla Qersê, Lo çi bi heybet û hêrs in, Wa hatin ji hêla Qersê, Lo çi bi heybet û hêrs in, Ji mirinê qet natirsin, Serhildan serê çiyan, hatin, hatin, hatin Her hebin pêşmergê me, Xweş dikin jiyana me, Qehremanê gelê me, Hatin ji hêla Mêrdînê, Şahî dîlan û mizgîn e, Dilê kedxwara ditirsîne, Çavê neyar dirijînin, hatin, hatin, hatin. Her hebin pêşmergê me, Xweş dikin jiyana me, Qehremanê gelê me, Hatin ji çar hêlên welat, Serkeftin kirin xelat, Bûne serdarê rojhilat, Biryar dan roja felat. Her hebin pêşmergê me, Xweş dikin jiyana me, Qehremanê gelê me.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.