Rêheval Mahsum, Ger dilê me ji ber şehîdketina te disoze jî sund û peyman li me bê emê negirîn li dû te. Lê te çi ji me xwestbê bi hemû derfetên ji destê me tên wê bi cih bibin. Ji bona Kurdistan ku te di oxira wê de bêtirs xwîna xwe rijand û canê xwe da, ji bona serxwebûn û azadiya gelê me, ji bona hilweşandina dîroka tarîya ji hezar salan û vir da, ji bona rizgarkirina gelê me ji wê bêrûmetî û bêşermiya hezar salan, ji bona em Kurdistaneke serbixwe û azad xelatî gelên cîhanê û tevahî mirovahîya pêşveçûyî bikin, ji bona em xwe bigehînin mirovahîya hemdemî, ji bona ku em mêtîngerîya Tirkên faşîst ji erdê welatê xwe qût bikin û derxînin. Belê ji bo van giştan em yek car din ji ber girêdana bîranîna te sund û peyman didin te ku heta em xwîna xwe tevlî xwîna te dikin, emê her babêt fermanên te bikarbînin û li ser riya ku te danîye û bi xwîna xwe sor kiriye, tim pêşda herin.
Cenga wîna tirs da neyar Şoreş ji me re kiriye huner Doza wîna bûye fanûs Egîd ji Kurdan re bû sembol Doza wîna bûye çira Egîd ji me re bûye Sembol
Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêjaTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.