Baran barî, gulê gulê, tene tene Vana rêçên were gulê min û te ne
De bilezin, gulê gulê, zû bimeşin Rojên giran, were gulê, li benda me ne
Baran barî, gulê gulê, hûr hûr lêkir Gul û sosin, were gulê, rengê xwe vekir
Çiya û zozan, gulê gulê, tev xemilîn Kanî û rûbar, were gulê, tevde der kir
Baran barî, gulê gulê, her der xweş kir Dar û zevî, were gulê, tevda geş kir
Ev reng û bengê, gulê gulê, wa yê delal Dilê kedxwar, were gulê, bi vî ra reş kirTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.