Hewlêr, lorîka dayîkan Hewlêr, qîrîna zarokan Hewlêr, kilê çawên bûkan Hewlêr, bi xwîna şehîdan Te navê xwe kir berxwedan
Hewlêr, Hewlêr Agirê serhildan e, qelayê berxwedan e Hêlîna şehîdan e, Hewlêr Hêlîna egîdan e, Hewlêr
Hewlêr, ji nû ve dayik bû Hewlêr, bi pêt û agir bû Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jiyan Hewlêr Agirê dilê keçan nav mirinê kir jiyan Hewlêr
Hewlêr, namîne wek caran Wê bibe gora xayinan Bi xwîna Helîn û Salihan Geş dibin çîçek û sorgulan
Hewlêr, Hewlêr Agirê serhildan e, qelayê berxwedan e Helîna şehîdan e, Hewlêr Helîna Egîdan e, HewlêrTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.