Rêwiyên azadiyê dimeşin Ew ciwan û xortên keleş Karwanên azadiyê dimeşin Keçên delal, gulên rûgeş Wek lehiyan diherikin Mîna bahoz û baranê her aliyê Kurdistanê Azadî, aşitî, biratî, yekîtî, wekhevî
Di tariyê de bûn ronahî Evînên di dil de veşartî Hesret dibarin ji wan çavan Kefen qetandin bûn hêvî Ew hesreta azadiyê, biratiyê, yekîtiyê, aştiyê wekheviyê Azadî, aşitî, biratî, yekîtî, wekhevî
Rakirin xewin û xeyalan Şîn kirin hêviyên dilan Dîrok ji nuh ve zindî bû Ew bûn xelata nîştiman Fedayên agir û rojê Şagirtên Mazlum Egîdan bûne dengê azadiyê, biratiyê Azadî, aşitî, biratî, yekîtî, wekhevîTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.