Çi bû daye çi bû çi bu Çima jiyan li vir ra bû Me gundekî çi şên hebû Çima îro tev xirab bû
Ew dijminê me hovan e Em derxistin ji gundê me Agir berdan mala me Dîsa nû kirin kulê me
Tirsim dayê ez dıtırsım Li vir keseki ne nasim Agir têkev mala romî Ez ji gundê min dûr xistin
Li şûn maye pîrekî bi gopal Pişta wê xûz lêborîne sal Gund wêran e kes tine li mal Ew jî tenê maye bêhal
Ew dijminê me hovan e Em derxistin ji gundê me Agir berdan mala me Dîsa nû kirin kulê me
Tirsim dayê ez ditirsim Tirsim li xeribiye bimirim Tirsim car din te nebînim Herdu destên te ramus im
Tirsim dayê ez ditirsim Li vir keseki ne nasim Agir têkev mala romî Ez ji gundê min dûr xistinTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.