Ey lawikê li ber Agirî Çavê min li te.. li te digerî Tu li kuyî min nexapîn Derkev were bese lorî
Lo serhado lo hevalo Deng şewato dil bi kulo Baxê me bê te wêrano Were şên ke lo bilbilo Baxê me bê te wêrano Were bixwîn lo bilbilo
Em dileyzin ew lîstok e Te xwe veşartî li paş kok e Derkev bese ewqas henek Dora te ye çavgirtok e
Lo Serhado lo hevalo Deng şewato dil bi kulo Baxê me bê te wêrano Were şên ke lo bilbilo Baxê me bê te wêrano Were bixwîn lo bilbilo
Li welatê me qeder li destpêka jiyanê li eniya hatiye nivîsandin Peyva min tu ji bîr kirî Qedexe ye li ba me Tu jî dizanî em têr nelîstin li zarokatiya xwe Lewma em ketibûn peyê xewnên xwe Hemî lîstikên me di nêvî da man Ka tu li kuyî were em vegerin li zarokatiya xwe Min netirsîn Bese ewqas henek Derkev were Dora te ye çavgirtokTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.