Diçim diçim ji warê we Min têr xwar ji zimanê we Biherikî ava zemzem Venaxum ji kaniyên we Biherikî ava zemzem Venaxum ji kaniyên we
We kuşt bilbilê baxên min Çilmisandin kulîlkên min Şikandin guliyên darê min Berf baran we li havînên min
Rojên geş da dost gelek bûn Ez li birca, li ser texta bûm Bahozek li warê min rabû Kesek nema tev wenda bûn
We dizîyan xewnên min Çikandin ava kaniyên min Kêm revandin ji lêvên min Tijî kul kir we dilê min
Diçim diçim ji warê we Min têr xwar ji zimanê we Biherikî ava zemzem Venaxum ji kaniyên weTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.