Di payîzekê perwer da bû Roj li ber ava bû Qolincên dayka min hebûn Di dawîya şevên reş Mîna rojekê sor çawa tê dunyê Dayika min ji bi êşê pir giran tu anî dunyê bira Tu di himbêza me helnehat ti buy Cîranan gotibu ew kur wê bibe mêrxwazekî mezin Wiha behsa te dikirtin dayka min Û sal bi kêfên buharê hatine Û bi xemgînîya payîzê re buhûrîne di ser warê Dêrsimê ra Tu jî bi zilm û zora çakûçê zalima mezin buy Bi agirê dilê dayikan şewitî Te dilê xweyî şewitî bi ava çemê derd û kula, bi çemê Munzûrê av da bira Loma buye polat, buye egîdekî mêrxwaz Û xof û tirs ketî dilê neyara Cîranan ne şaş gotibu Te rûwê wan fuqera rêş dernexist Rûwê teyî ken, dilê teyî germ û berê te tim li çiya bû Di dilê birayê min da hêviya gelê min û evîna çiya hebû her tim Ax birayê min, hevalê min, egîdê çiyayê Munzûrê, Huseyênê min Tu êşa dilê min, berxê dayika min, û şêrê gelê min, birayê min
Di şevek lal de û reş tarî Ta xatir ji me xwest li dû xwe hişt derî Sal û wekt buhurîn û dem zivirî Çerxa felekê li ser serê me gerî Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min şêrê gelê min Dibêjin rojek meha havînê Dîsa destxwînen artêşa romê Te hiştine di nav gola xwînê Te kirine mêhvanê vê dinê Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min şêrê gelê min Rêçên te li dora çemê Munzurê Bêhna te ji çiyayên Dersimê Çavê min li te digerin her derê Bê te jiyan ne xweş wek mina berê Ax bira Huseyn cigera min Ax bira Huseyn hevalê min Tu berxê dayka min şêrê gelê minTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.