Nikarim xunaveke rondika bim Li gorna şehîda bibarim Çariya reş nakirim Bisk û keziya nabirim Rûyê xwe nadirim
Ez ji bilbilê xemgîn re ne Bûhar im Ji bûka çarî reş re ne guhar im Ji konê şîn re ne stûn im Ji kalê poşman re ne qelûn im Na na nikarim
Gula binefşê xemgîna ez naçinim Di cihê şahiyê de şînê nadeynim Şehîd canê xwe dide erdê Ji bo ala şahiyê hildê Ala şahiyê govend û dîlana Çepik û lîlandine û straneTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.