Bilûra min a sêrîn, Tu di sariya sibehê, Û hingûra êvarê de, Hevalê behevalan, Destbrayê sivan û dilketiyan î, Dengê te hestirên dilên xemgîran, Silava ji hev-veqetiyan, Girîn û zarîna dilketiyan, Tîne bîra min, Bilura min, tu i, Xemrevîna têrkeserên dinyayê.
Dengê bilûra min, Çiya û zozanên bilind, Kaniyên bi gul û rîhan dor girtî, Guhê sikeft û serê zinaran, Guhdarên tembura min, Û sura bayê xerbî, Te di naw pelê darê de digerînê.
Bilûra min,were em ê, Bi wî çiyayê bilind re, Bi hewa kevin, Û bibin cîranê bayên xurt, Û hevalê kim tên wan, Yên bi mij û dûman, Û tê de dengê xwe berdin, Û zarîna dengê me, Bikeve nav kortal û geliyan, Û bêcaniya erdên jêrîn, Bihejîne; Û pêlên ava heftrengê xemzebaz, Nalîna me bigehîne, Desta sir ûç û diyarbekirê; Û kalîna berxan, Tev sehîna hespan.
Li me vegerînin, Bilûra min,binêre û bibihîse, Roj çû ava, Stêra êvarê bû ges, Kolosên çiyan ên gewr, Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn, Bûne çûn; Û pêlên nava sevên res, Ketine dest û newalan, Heta rûyê gir û kepezan, Di qeraca de, Kevir piyê sevgera dixapînin.
Û bêdengiya sevê de, Pêjna lingên mêrxasan tên.
Bilûra min, Dengê xwe berda Dinya yê, mîna zarokekî bersîr, Ket dergûsa xwe; Dengê xwe berde, bilûra min, Û jê re bilorîne, Xema wê birevîne, Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê; Û li rojhelatî, Dema ko dinya hisyar dibe, Ji xew radibe, Ji me re, Strana azadî û serbestiya, Kurdistanê, Binehwirîne, Û dengê wê stranê, bila, Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn, Bikeve nav dil û guhên me, Bilûra min Tu î xemrevîna dilketîyên welêt.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.