Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr Kêferata te, xum xum, û lew, lew Nayên bîra te, ne razan, ne xew Herdem dinalî, bi qîrîn, gazî Lê kes nizanî, ka çi dixwazî? Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn Cihê te tenge, divê firehbûn Pêlan didî xwe, qîr û firyadî Tu jî wekî min divê azadî Sînga vê erdê te çirand bi zor Nizanim çira tu naçî berjor? Tu jî wekî min, ger bibûna Kurd Ev xurtîya te dibû kul û derd.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.