Hate ber derî min lê nenerî Lê gava ku ew çû, min dil daye dû Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû
Yara min bang kir, ey bilbilê dîn Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn Yara te va ye, li ber çava ye Ev deşt û çiya, tev xweş kir bi bîn
Bilbil tu zanî gelo ez kî me Tu tim serdestî, lê ez girtî me Bêlîs û hêlîn, bê ol û bê dîn Ez im Cegerxwîn, xortê kurdî me.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.