Ev reng biratî me navê ger timî wa bin, Hevsar me girêdayî bi turtanê kera bin, Ew begler û axa û emê jar û geda bin, Ew rencbêrê dijmin û emê rencberê wan bin, Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin, Ta kengê emê karkerê axa û bega bin, Ta kengê emê hestiyê bin lingê sega bin, Ta kengê emê kole û riswa û ebîd bin, Bin destê merivên wek Beyar û Seîd bin, Ta kengê li sinora wekî birc û kilîd bin, Ta kengê ji hevra hemî mêrxas û egîd bin, Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin, Ta kengê emê karkerê axa û bega bin, Ta kengê emê hestîye ber lingê sega bin, Çawa ko dizanim tu timî şerkar û mêrî, Deng daye di Şerqêda bi xwe fêris û şêrî, îro tu çima wer biwe tirsok û newêrî, Perda gidîya ser xwe veda, da xwe veşêrî, Ey karker û cotkar bese,dem hatîye, rabin, Ta kengê emê karkerê axa û bega bin, Ta kengê emê hestîyê ber lingê sega bin. Perda gidîya carekê xweş rake, hilîne, Çavê xwe veke, guh bide hawar û qîrîne. Lingê terasan zû tu ji axa xwe derîne Idî tu metirs hemdemê cebarê te çîne, Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin, Ta kengê emê karkerê axa û bega bin, Ta kengê emê hestîyê bin lingê sega bin, Pir şerme ko em deh ser milyonê nifusin, Pir şerme ko em abîdê dînar û filosin, Pir şerme ko em birçî û bê mad û mirusin, Heyfe ji mera hemdem û hemxakê Urisin. Ey karker û cotkar bese, dem hatiye rabin, Ta kengê emê karkerê axa û bega bin, Ta kengê emê hestîyê bin lingê sega bin, Ta kengê di zindana bibin, hebsî û girtî, Dara li ser û lingê me xin begçî û şirtî Ta kengê bixun ev beg û axa me bi xurtî, Ta kengê emê dey li we kin her we bi sirtî, Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin. Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa. |
|