Şêr şêr e, mêr e yan jin e Nîşan bi destê Leyla min e Pola ye dil, wek asin e Leyla çî ye? Leyla jin e Leyla kî ye? Leyla min e Leyla min e, Leyla welêt Wê dil li min kir ar û pêt Mizgîn li Kurd roja me têt Dijmin ji tirsan maye şêt Leyla çî ye? Leyla jin e Leyla kî ye? Leyla min e Leyla keça Mîd û Med e Canê xwe da di ber me de Bijîn heçî ku canfîda Xweş bin ji te jar û geda Leyla çî ye? Leyla jin e Leyla kî ye? Leyla min e Divêm li pey te bêm ez jî Çib'kim bi vê jîna rijî Xwînê nerijî nabijî Leyla bijî, Leyla bijî Leyla çî ye? Leyla jin e Leyla kî ye? Leyla min e Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa. |