Kurdê Kurdistan Tev şoreş û volqan Tev dînamêt im Agir û pêt im
Sor im wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqim Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî
Kî me ez?
Ez im rojhilat Tev birç û kelat Tev bajar û gund Tev zinar û lat
Ji destê dijmin Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji rom ji freng Di rojên pir teng Bi kuştin û ceng
Parast, parast Parast min ev rojhilat
Kî me ez ?
Rojhilatê nêzîk Rojhilatê navî Ev bajar û gund Ev bej û avî Ket bin destê min Pî da ser dijmin
Min bi ceng û şer Znîn û hiner Pişta wî şikand Serî lê gerand Ez bûm padîşah Xurt û serbilind Ketin destê min ta sînorê Hind Kî me ez ?
Kî me ez ? Kurdê serfiraz Dijminê dijmin Dostê haştixwaz Ez xweş mirov im Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê şer Dijmin naçî der Bav û kalê min Dijîn tev serbest Naxwazim bijîm Ta ebed bindest Kî me ez?
Divê ez derxwim Dijminê xwînxwar Şahê efyûnkêş Jontirkê dijwar Serbest bijîm ez Wek hevçaxê xwe Dilxweş bixum ez Rez û baxê xwe
Çekan hilgirim derkevim meydan Rêçek nû çekim ji boyî insan Kî me ez ?
Ezim ê şikand leşkerê Rêşar Min bi xwîna xwe parastî ev war Di singa dijmin ez bûme kelem Xwe dan ber siya min turk û ecem
Li ser serê min Simbil û kulah Ser hespê min Digirt padîşah Ez im ew gernas Ew Selahidîn Bi pirs ji Dimyat Bi pirs ji Hetîn Kî me ez ?
Ez im Erdeşîr Ew Noşîrewan Kesrayê mezin Bê tac û eywan Dostê kevnare Ko bûne dijmin Ser di tewandin Ber agirê min
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan Xerac min distand ji Hind û Yewnan Kî me ez?
Ez im ev gernas ez im ev mêrxas Belê ez im kurd ïro ez mame Bindest û zigurd Ew tac ê eywan Tev çûn û rizîn Dijmin nav û deng Tev ji min dizîn
Xistin laşê min mîqrobên teres Ta bûm perîşan bê nav û nekes Kî me ez?
Ez im ew kurdê ser hişk û hsin îro jî dijmin ji min ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazin hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek mêra bikevin çiya
Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim Kurdistana xwe Axa Mîdiya Kî me ez ?
Kawey hesinker bav û kalê me Perçiqand serê Zehakê dijmin Ji gerdena kurd Wî şikand zencîr Serê me parast Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz Goya dibêjin : -Ew ro lê nûroz Zivistan diçî Ew rojên nexweş Parêz dibî kurd Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan Kî me ez?
Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz Divê bistênim Wilo nemênim Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez Li ser Kurdistan Bo min bimênin Ev bax û bustan
Ev şax û ev deşt Rez û şinahî Bigrim destê xwe Dil xoş û şahî
Zana û xwenda Dezgevnên xurt Vî warî bigrin Bikin ronahî Kî me ez?
Ez im ew kardox xaldêwê kevnan Ez im ew mîtan, nayrî û sobar Ez im ew lolo Kardok û kudî Ez im mad û goş Horî û gudî
Ez im kurmanc û kelhor, lor û gor Ez im, ez kurd im, li jê û li jor Çend hezar sal in Kurdistana min Perçe perçe ma Bindestê dijmin Kî me ez?
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û tac Bûne olperest Bi tizbî û xişt Ta dijmin şikand Li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn Bûn dijminê hev perçe perçe bûn Ta ko Kurdistan Ta ko Kurdistan Jar û perişan Ket bin destan
Kî me ez?
Ez im ev millet ez im ejdeha Ji xewa dîlî şiyar bûm niha Dixwazim wek mêr Dixwazim wek şêr Serê xwe hildim Çi serbilind im Bi cihan carek Ez bidim zaîn Rêçika Merkîs Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem Kurê Salar û Şergoh û Deysem Bejinbilind im Wek dêw bilind im Ez dest dirêj im Serbest dibêjim Dixwazim bi lez Gavan babêjim Kî me ez?
Ne xwînxwar im ez haştixwaz im ez Serdarê me ye gernas û nebez Em şer naxwazin Divên wekhevî Em paş ve naçin Dijmin dirêvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kî me ez ?Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.