Ez xum xuma avên çeman, ez çerx û govend û sema, tînim di nêv kat û lema, jîn im, hebûn im, tevger im,
baye sibê çi xweş ez im, berfa sibatê xweş ez im, xurtî di latê xweş ezim, hîşk û ziwa bin, ez terim,
giranbihame, zêr û dur, ez: dê û bav û xuşk û kur, ez tim hebûn im, xurt û gur, yaqût û lal û gewherim,
peşve diçim kar û xebat, di nav çiyande hîm û lat, pêlam didim Zab û Ferat, çelq û xumîn û gur-gurim,
pir xurt û hêzim ez hebûn, ez pêşveçûn û serxwebûn, herdem di nav damar û xûn, ez her heme, qet namirim,
bihişt ezim, agir ezim, bakir ezim, rakir ezim, xemgînkir û şakir nakirim, herdem didim, ez nakirim,
jînim, biharim har û dîn, candar bi min herdem bi tîn, min dane wan ev hilm û bîn, di nêv hebûnê cîgirim,
ev ax û ba û avim ez ev pêtî û alavim ez, xweş ronî û pertavim ez, xurtî di zendên karkerim,
herdem hene, peydame ez, tava riwê Xeydame ez, cama bi dest Seydame ez, ez ol û vîn û bawer im,
Jîna Cîgerxwînim ji dil, ez xurtî û tînim di dil, ez hêz û xurtîme di mil, karim vî laşî ragirim.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.