Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî, Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî. Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû, Ne bûme bawer, gul bi dil bidî. Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim, Ê gulperest bî, can û dil didî. Can û dil didî.
Min go kî didî, can û dil bi gul, Go: ev bazar e, dil bi kul didî. Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn, Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî. Dil bi gul didî.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.