Ordeka şaxa Cizîrê Devliken û awirtîrê Mijangxişt û ebrûkevan Heftê hûrî dikim qurban Biskên xelek, guliyên zer Lê reşandin misk û amber Mahîrûyê, bi xalên qer Çavên belek, burhên li ser Kirim pîrê derd û keser Li spîdê çû geşt û gerê Ne îro dê sib vegerê
Ew dîlbera dil didaxê Çû nav bexçê gul û baxê Li nav bax û li perê çem Wek her caran, wekî herdem Bi saz û ney dikir semah Olan dida Wan û Kemah
Pêsîr, derzî, toq û benî Li ser sîngê pev dikenî Lê min nedît, wilo gotin Dil û cergê min disotinTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.