Xortên mezin, ên bê simbêl Tevdigerin wa pêl bi pêl
Bi sazbend û bi qirdik in Bi govend û bi teplik in.
Qirdik yekî zana û jîr Hema bêjin “Noel Bapîr
Rih û simbêl pê ve dikin Riwê wî jî tenî dikin
Di dest de dar, simbêl û rî Mîna kalek heftêsalî
Li pêş, qirdik, paş sazbend e Koma xorta didin bende
Wî mal bi mal digerînin Salek bi xêr dimizgînin
Sersala wan dikin pîroz Hinek savar, dirav jî doz
Piştî şahî kuta dibe Dahatin jî par ve dibe
Wekî bira, mîna hevpar Par ve dikin dirav, savar
Daxwaziya min ji Yezdan Tim şahî be li nav kurdan.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.