Mijê girt ser welatê min, ka heyv û roj, ka asîman? Ket ser şar û kelehên min, tîr tê re naçe mijek giran. Ava spî bi çavan de hat, rê û rêçik tev wenda ne. Li beriya min aso dûr e, dergeha min bûye leylan...
Derdan heland hinav û dil, diaxivin kul û birîn. Janê daye dilê bi kul, ji ber daxan dikim qêrîn, Dikim hawar , gazî dikim li heval û cîranan. Ji birînan min bi cok in, ji çavên min çemên bi xwîn...Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.