Di nav ar û pêt de dijîm Hevala min tu çawayî? Bi kul û derdên xwe digrîm Delala min tu çawayî?
Hezar sal in li ser te ceng Hatin kuştin mêrxas,1eheng Cejn û Newroz diçin bêdeng Sersala min tu çawayî?
Ew şêr û baz in li çolê Li Serhedê û li Torê Sed seg berdane derdorê Şepala min tu çawayî? Şepala li lata gelî Birîndar e, kûr dinalî Se direyin li her alî Hewara min tu çawayî?
Dagirkerên barbar û hov Binpê kirin mafên mirov Rûxandin tev çewlik û gov… Pergala min tu çawayî?
Şar û gund gişt wêran kirin Jiyan li me zindan kirin Der û hundir talan kirin.. Bermala min tu çawayî?
Li pêş çavên Bro Omerî Agir berdan rêl û devî Teba, tilûr revî, revî... Xezala min tu çawayî?
Roja ku ez te nabînim Hêsrên çavan dibarînim Bi qerpalan dimalînim Desmala min tu çawayî?
Xwezî b'roja te bikim bûk Hine bikin dest û neynûk Bigerînim 1i şar û sûk… Bêmala min tu çawayî?Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.