Yara min nû çardeh salî. Şeng û şox û pir şepalî Qendîla ji donê arî Şev ronî kir, hîv li tarî..
Bejn û bala wê'l hevhatî Li Laleşê tak nebatî Ya Reb xwedo çi miletî Berîvanî an serxetî.?
Çavên belek, burhên kevan Mîna durê dev de diran Kenşîrînê, lêv erxewan Paşla wê de du kewkeban.
Kofî kêlê ey serwerê Tûtiya baxê Enqerê Dame ber şilfa xencerê Kirim bê keys û meferê
Qama dirêj, bejna zirav Aja benav li perê av Gulav rijand ser bisk û dav Qelen xwîh e lê ne dirav...
Mîna xemrê xemrevîn e Dil bexçê kêf û evîn e Di xemê de xewrevîn e Evîndar mest, gêj û dîn e.
Bi qîr û zarî nola bilbil Perwane ye li dora gul Tîr avêt bi awirek sil Simand sîne, simandî dil
Dêm sêva sor kakuk reş e Li nav bexçe şox dimeşe Baq bi baq gul jê diweşe Bav ecem e, dê hebeş e...
Şox û şeng û meş kevokê Gul û nêrgiz û bihokê Takrîhana li ber cokê Biskên xelek, pelxîlokê.
Biskên li ser xalên di qer. Lê barî bû misk û amber Hatin semah b'sira seher Keça hûrî li nav beşer...
Bûm Siyamendê Silîvî Bi tîr û kevanê zîvî Neçîrvanê peza kûvî, Lê ji min ne dikir hêvî...
Bû bengiyê wê dîlberê Dayê soza mêrê berê Can û cesed jî tê herê Bro Omerî jê nagerêTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.