Derdê me kûr e, barê me giran Me hildaye ser sitû û milan Li her çar perça dengê me kurdan Gazî û hawar, axîn û. Fîxan Xweşmêrên gernas ketine cengê Xwînê dirjînin bi top, tifengê Li Cûdî,.Gabar… Di her astengê Li ber xwe didin bi qîr û halan. Bi nivişt û xişt, bi serjenîşan Bi bertîlên pirr û bi bexşîşan Ji eniya me naçe ev nîşan Wekî Mazlûm got “Jîn e berxwedan.” Berxwedan xweş e ji bo azadî Di nav gelan de bi şad û merdî Serê xwe rakim, bêşerm û fedî Ji ser me diçe dîlî û talan. . Rabim bigerim li vê gerdûnê... Konekî vegrim, bi xwêdan, xûnê, Konê azadî, yê serxwebûnê... Da li bin bigrin govend û dîlan. Govenda roja cejna azadî Kevokan berdim, kevokên sipî Da bidin gelan mizgîna aştî Li welatên din, digel Kurdistan. Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa. |
|