Gula zinar Derket ji xar Min nû dît yar Bi tac û dar.
Lêvên şîrîn Bûm har û dîn Kirim bê vîn Işqa dîlber.
çav kil dida Perde hilda Heyv li çarda şev ronî da
çavxezalê Camzelalê B'ava xemrê Hiş bir ji ser.
Por li ser mil Kezî bi gul Bisk û qişt in Dil bûye kul
Keça ciwan Lêv erxewan Ji gewheran Taca li ser.
Pora tarî Gulav barî Bro Omerî B'ah û zarî
Bû bilbilê Wê sorgulê Rih spî kir lê Wechê xwe zer.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.