Keça Kurd e, serbilind e Bejinzirav, pir-î rind e Şeng û şox û xweyî rûmet Karxezala şar û gund e
Keçên delal, keçên ciwan... Hember zilme serî hildan Ji bîr kirin şe û hine, Neynik, mûçing, kil û kildan.
Berê diçûn şkefta keçkan Dolab dirêstin bi sitran Îro li Botan, Serhedê Cengê dikin digel halan.
Bi eyarşîrk bêrîvan bû Sitrana Memê Şivan bû Dotmama Duwanzde pismam, Evîn û xewna xortan bû.
Kûzê avê li ser Milan Dest û pêçî li çembilan Di rojên cejn û şahiyê Diket hêlan, dikir dîlan...
Bi tûr û xilç digeriya Li nav rez û çol û çiya Ji beyanî ta êvarê Berhev dikir kereng, giya…
Berhev dikir sergîn, qurmik Bona ardû, bona tepik Evîndar û mazîçin bû Hem şivanê kar û berxik...
Ew tişt hiştin li wê rewşê Rahişte darê keleşê Xwe bi rextan rapêçaye Bilezgînî çû şoreşê.
Şoreşger û şervan e ew Bi sond û bi peyman e ew Nabe bûk, dê û kebanî Heta rizgar neke netew.
Pakrewana gel û welat Rizgar dike war û kelat Nexşeya welat xêz dike Bi xwîna xwe, bi kêferat
Li çiya, di baregehan Di nav kom û refên şervan Dike şerê azadiyê Hêviya Kurd û niştîman.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.