Her bilbilek bi gulek her bilbilek bi dilek bilbilê kurdistanê yekî bêper û kulek
her warek bi bilbilek her bilbilek bi gulek...
xem nîn e, ew bilbil e evîndarê sorgul e bêper û bêperwaz e dilê wî jî bi kul e
her warek bi bilbilek her bilbilek bi dilek...
gula wî yeke sor e sed dirî li derdor e bo çi bijart gula han? bidestxistin pir zor e.
her warek bi bilbilek her bilbilek bi gulek...
her çiqas sitemkaran bi tundî û bi daran çîm û perwaz şikandin lê, gul neda neyaran
her warek bi bilbilek her bilbilek bi dilek...
te awazek nerm heye bo gulê qedîfe ye rabe hûrik bilorîn bo dijmin pir qebe ye
her warek bi bilbilek her bilbilek bi gulek...
bilbilê hêla botan îro li te zivistan wê bihara te jî bê war dê bibe gulîstan.
her warek bi bilbilek her bilbilek bi dilek...
bilbilê warê boşo li te dijminqidoşo gulîstan lewitandin divê tu paqij bişo
her warek bi bilbilek her bilbilek bi gulek...
bilbil! tu jar û mestî bo gulê bûyî hestî bi derdê te dikele dê çi ke, ew bindestî.
her warek bi bilbilek her bilbilek bi dilek...
bilbilê lata gelî bigrî digel omerî gulîtan şewitandin tev bû rijî û xwelî
her warek bi bilbilek her bilbilek bi gulek...
bilbilê kevrê biqul, serhed û warê kavil... bes bixwîne bi kovan te heland hinav û dil.
her warek bi bilbilek her bilbilek bi dilek...
hooo! bilbil, lo bilbilo! perşikestî, dilbikulo bihar bi ser te de hat rabe bixwîn ji dilo.
her warek bi bilbilek her bilbilek bi gulek...
bilbilê şax û şêbê vê bihara ku wê bê gul, kulîlk devliken bin gulîstana ku lê bê
her warek bi bilbilek . her bilbilek bi gulek bilbilê kurdistanê yekî bêper û kulek.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.