Ez ji ser xwe dikim eda Ji bona te dikim feda Xwîna di can de digere Ji bo barbar ser te here... Dagirker li ser sînga te... Dûr xistime ji eşqa te. Her çav li rê wekî Zînê Nexweşa jan a evînê... Benda te me keça delal! Tu were em bibin heval Biçin li nav bax û gulan Daweşînin derd û kulan. Bin dara Sêva Êzeran Bi tebatî û bi hedan Têkevin eşq û xeyala Em bifirin dûr û bala... Tu gorî dixwazî eger? Amade me, bi xwe bawer; Di ber te de Bro Omerî Gorî dike can û serî. Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa. |
|