Ji derdê evîna yarê perîşan im, min sed eman ji beyanî ta êvarê şaş û gêj û wek serseman,
wek sersem û wek sewsiya digerim li çol û çiya goştê canê min heliya şiyan û qidûm jî neman. .
ev ar ê taya evîn e nefes li min diçikîne min ne mecal, ne hekîm e manendê êşa bêderman.
dil bi birîn û mûmar e xedeng li destê nojdar e ji ber daxan min hawar e qîrek li erd, yek li ezman.
evîndar im, ez ne dîn im di eşqê de mem û zîn im dil pare û bi birîn im ji dil diçe pêt û dixan.
heta ku ez te nebînim maçek ji lêvan nestînim pê sedsalan neqedînim qet namirim û esselam.
keçê were ser vî mirî goştê ji hestî feşkilî carek dest deyn ser vî dilî ku lêde manendê keman.
keçê were min bibîne derê mizgeftê danîne mirî me, tu bivejîne weke îsa, lê be selam.
bila em her du zînde bin dil de gul û kulîlk vebin bi mirinê cuda nebin mîna mem û zîna zêdan.
keçê ji bircê were der seryek bide dilê b`keser lê ba bijen bi pora qer ji bîr bikim kul û derdan.
ka em biçin bexçê gula rizgar bin ji derd û kula zend li bin seryan bin bila doşek erd be, lihêf ezman.
ka em herin omeriya li nav bax û hûrdeviya tu bibî diya sebiya ew çax mirin li ser çavan.
gelek wek min evîndar in bêderfet û ne li kar in hin ji wan jî li sêdar in wek ev car û wek her deman;
evîndarê çavên belek pora tarî, biskên xelek bro omerî wisa gelek dil şa dike bi xeyalan.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.