Bo netewan bikin dîl Dest û pê têxin zincîr Biratî bikin ji bîr Wekî Habîl û Qabîl, Du beranên min hene Poşek, enî bi hine... Ji wan demên kevnare Ta bi îro ji xwe re Bi ramyarî û pere Gel dikirin du pare Min du dîkên şer hene Li dor hev wek perwane... Neyar bi wan tinaz kir Bêtifaqiyek saz kir Ta aqilê xwe nas kir Nirxên pîroz xelas kir... Min hene du conegan Bi girr, pîkol û tevdan... Li başûrê Kurdistan Gelê Soran û Berzan Birakujî, bêraman... Ji dest we min sed eman. Du birayên min hene Sûdar in, ji xwe re ne... Du dîk û du conegan Du bira û du beran Bi hev ketin wek şêran Ketin xefkên çeldiran. Du şervanên min ên çê Kenê guran bi wan tê... Bi şer û çekên giran Rijandin xwîna biran Ji xem û kedera wan Omerî bû helbestvan. Min hene du pêşewa Kar dikin badîhewa... Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa. |
|