Ez şervan im!.. Şervanê kurd Dikim şerê azadî... Hêvî û aşitiyê... Şervanim ez!.. Kamran û serbilind... Mêşek li derdora min... Kelmêşek li ber guhê min...
Vinnn. Vinnn. Vin... Geh digere... Geh datîne... Lê nakeve bala min.
Şervan im ez! Li hêlîna teyrê baz ...
Ne şerûd im... Dilovan im... Aştîxwaz.
Natirsim ji goristana marên mirî... Goristana reş û tarî.
Ez im tav... Ez im ro... Ez im agir...
Jînedar im, Jiyanê didim
Mirov… Riwek… Lewir...
Şervan im li Zagros... Agirî... Gabar... Dilsoz û bendewar... Li Heranê berdar im Bextewar...
Ez şervan im! Şervanê Kurd. Pêşiyek li ber guhê min...
Vinnn. Vinnn. Vin...
Hebûna wê ... Ne li bala min.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.