Du xortên kurd, li welatek biyan Piştî demekê, serî li hev dan Bi hev û din re kirin guftûgo; Bigilî, gazin, xemgîn, dilkovan...
“Li gor derfetan, karê me ev a Ked û renca me çû badîhewa. Rabe ey bira! Em herin welêt, Ji derdan re dê em bibin dewa...
Rabe ey bira! Li me dereg e Dest li kelemçê; ling bi pereng e. Kurdistana min li bin piyan çû Kavil, şewitî, gişt toz û zeng e...
Bira! Pêwist e em herin çiyan Nava kulîlk û gul û sosinan Digel gerîla têkevin cengê, Bibin hêviya gel û niştîman...”
Du leheng ji wir rabûn çûn çiyê Li baregehan û li beriyê... Cehd û berxwedan, mîna pilingan; Bav bi wan bawer; dê bi hêviyê...
Şerê xwe kirin, biserfîrazî Peywîr qedandin, ew bi xwe razî... Di dilê gel de hêlîn çê kirin... Yek ji wan şehîd; yek ji wan gazî...Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.