Ez gehiştim jivanê wefadara min ya hatî stêrêt şeva li me geş bûn rûyê heyva çarde helatî
Destê min girt û berneda paş gote min bi xêr hatî me borand şeveka xweş li nav baxçên welatî sed xuzîkêt ewê şevê destpêka min û viyanê
Rûynişte xwar bi rex min ve têr nebû ji berêxwedanê ez û ew mayin axiftîn me dil da êk ta nemanê
Şeva tarî li havînê rûy sor kirin ji maçdanê sed xuzîkêt ewê şevê destpêka min û viyanê
Carekê gote min wext e gelek mam bû derengî min gotê hêşta zû ye got bimînim heta kengî
Piçeka dî da biaxivin got çê bêjim tu bêdengî sed xuzîkêt ewê şevê destpêka min û viyanêTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.