Diwênê şew bînîm le xewê Le ser cêy ber mangeşewê Xom Xizande ser cêy fênik Nemhişt ber henasem kewê
Qijî xawî Ba lêdawî alozawî Car car deyda poş le çawî Xwaye giyan çandim xoş dawê
Zor be espayî û be nermî Demim bird bo lêwî germî Çawî helhêna û pey gûtim Xewnim edî to hewserimî
Neyhişt hestim Girtî destim lêwî gestim Mûçirkêkî xoşî daygirt Sera pay henaw û hestim
Wêkra ta mela bangdanê Têk aran û dest le milanê Le nakaw dengî melay hat Daybirrîm le bejnî ciwanê
Be Sersemî Be nakamî bê aramî Be cêm hişt beheştî xewnim Çawim pir bû le giryanêTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.