Dîlbera'm dîlber, hezkiriyê te me Wan çavên te yê reş, dildarê te me
Wez ne xerîb im, pismamê te me Dîlbera'm dîlber hezkiriyê te me Bibêjî nebêjî mêvanê te me
Dîlbera'm dîlber, çû bû ber avê Kinc minca şûştî raxist ber tavê
Ramûsanek ax, xêra dê û bavê Dîlbera'm dîlber, hezkiriyê te me Bibêjî nebêjî, mêvanê te me
Dîlbera'm dîlber, ji kaniyê tê Mîna gul û rihana, hilm lê te
Çavê min pê ket, dilêmin ketê Dîlbera'm dîlber, hezkiriyê te me Bo te dinalim, heyranê te meTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.