Lê keçê lê hevalê lo te digerim hemû derê Tu jî li virî min bihîstî, min dizanî dil dizanî. Lê keçê lê bedewê axa pîroz welatê rojê Me kir doza azadîyê ez ba te me zanibe canê
Lo xorto lo hevalo, min dizanî tûyê werî Bayê dilê te hate rûyê min, biriqand herdû çavên min Lo xorto lo şervano, keleşê ser milano Doza me herda yeke destêx bide destêm cano
Por reşê cav belekê, îro li vir erd hejîya Ewir li ser min barîyan gava bi te ez hesîyam Herdû çongên min lerizîn, dilêm bû agir şewitî Te fedakir canê ciwan bo hebûna me hemîyan
Erê heval ez birîndarim, tu neêşe xeman nexwe Min veşêre di mebêza xwe de, wê dilê min bi tere bimîne Destek gûlên azad bîne, dayne tu ser tirbamin Wê ruhê min azad bibe, ezê li benda wan gulan bim
Ev der axa min û teye, ev cih warê evîna meye Tu car wexti em bernadin canê me ji bo te fedaye.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.