Kula dilê min welat, Kesera dilê min welat, Tavê avêt rohilat, Wexta şixul û xebat. Welat gelek şîrîn e, Milet welat dihebîne, Axa zîv û zerîn e, Xebatê tim pêş da tîne. Kula dilê min welat, Kesera dilê min welat, Tavê avêt rohilat, Wexta şixul û xebat. Welat deşt û zozan e, Milet di nav da bira ne, Qesr û qonax lê dane, Ji bûyî emrê însan e. Kula dilê min welat, Kesera dilê min welat, Tavê avêt rohilat, Wexta şixul û xebat. Welatê me zaf xweş e, Şixul li ser rê ye dimeşe, Dilê însan tim geş e, Kêf kêfa min û Keleş e. Kula dilê min welat, Kesera dilê min welat, Tavê avêt rohilat, Wexta şixul û xebat.Teksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.