Te kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baş zanî Pelê dara min te weşand Buher çû, te payîz anî
Hêviya min nema di jînê de Bê kes mame vê dinê de Gula dilê min çilmisî Qe şîn naba ji îro pêde
Ka tu biner li halê min Te çi aniye li serê min Birînê zor daye ser min Mirin gelek nêzîk bû li min
Birîn kûre cebar nabe Bi dermanan rehet nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku li mirinê çare nabeTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.