Lolo Pismamo çima deng nakî Serê xwe carek bilind ranakî Leşkerê dujmin li çiyayê jor in Weke xweşmêra j'hev bela nakî
Lolo Pismamo zanim xweşmêr î Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î dotmam bi gorî
Lolo Pismamo haya te j'te bî Çarika minê reş li serê te bî Roja lêdanê mêr be l'meydanê Kuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye Derefşa Kawe, bo te hildaye Rojek lêdanê, rojek razanê îro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî êriş e lêxe pismamo lêxe Şerm û fehêt e îro tu razî
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke L'pişta xwe girêde rext û fişek e Pisamê min î, dotmama te me Mi j'te re kil dane çavên belek eTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.