Bavê fexrîya qurba min go îro dinya ewr e ax lo nabe sayî, hawar li min min rebene lê li bave fexro derketine taqîbatê tabura sertê bi sê alayî hawar li min oy
gelî gundî û cîranan çima bavê fexro ne li mal e? hun dibînin ode ji mêvanan xir û xal e hawar li min min rebene
bavê fexriya qurba min go ji înê heta înê hawar li min min rebene îro sê ro sê şev e bavê fexro birîndar e li nav nivînê ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim hadhaka xopan mala erekêlê hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê ji bavê fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê
min go bavê fexro were em bi destê hevdu bigrin ax lo herin çîya, hawar li min min rebenê lê li min şewitîyê ezê derbasî hêla malê bûme bavê fexro bi ser birînê xwe de kûr dinalîya hewar li min heyf û xebîneta bavê fexro, suwarê gêjo, torinê mala ezo birîndar bû bi sê gulên van romîya ax hawar li min min rebenê emrê çûyî carde nayê min rebenê, min poşmanê
bavê fexriya qurba min go bi qîzanî pir delal bûm hawar li min min rebenê gidî qurban bi bûkanî ; karxezal bûm hewar li min bişewite mala mêrê xirab û romîyan çawa sala îsal pîr û qal bûm ax emrê çûyî carde nayê min poşmaneTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.