Ahmed bi ser Dîcle de girîya bi herdu çavane Got liminê çi şermeke mezin û girane Li başurê welêt xelkê me bûye perîşane Digerîne li warekî ku lê bibin mêvane Feleka xayîne çi şermeke mezune, girane Li şûna biran ser dest bûye maz û bane Mêvan rast kirine çadir û konan e Li dorhêlan leşker bi tufing û surguyane Li minê lê li minê lê li min li min
Derenge derenge ro razayî nîvê şevêye Ji binê koneki qirîna zînê tê ye Zina neh salî ji birînan xew neyê Dayikê ban kir Zîné ciwanî ez bi gori, te kezeba min kevand keçê lori lori lori Zinê got Lêê daye Zîn bi heyranê qirîn serme dizanim lê birînêm xedarin Agir û janên bedena min Rebena xwedê helandin Li minê lê li minê le le min le min le le....
Li dora çadirê civîyabun komeke jin û peyanî Mirevên serbelind, situxwar li vir dimane Qîrîna Zînê agir berda bû cigera van Nema bû xewa cavan ne şahîya dilan
Pirekê ban kir; Xwedê jînê li kovan bike qetrane Zarokê me kirin mirî û birîndarên bombane Warên bav û pîran li me kirine dojeh û zindan e Em ji welêt surgun bune kocerên cîhane
Kaleki bankir; Hûnê şîreta me bidine keç û xortane Li mine lo lo, li mine lo lo ahhhh li minê lê li minê lê
Hunê şireta min bidine keç û xortane Bese xapandina salan Bira edi fêr bebin dersane Biratîya bêbexta hemi pêken û talane Li cîhanê kesek nabe hevalin bindestane Jibona xaterê Zîna neh salî Ku nuha de kê sikrane Jibona xaterê zer u esmerê me kurdane Ku îroj berê xwe da ne colu kerbelane Bela hişyarbin de bela hişyarbin Têkevin rêcika serxwubuna Kurdane Li mine lê li mine lê li minê Lê li mine lê
Berbange, berbange rojeki Îlona heyştê û heyşta ne Cenaze Zîna celenk radikine gorane Şuna res xwe berdaye ser konê mihacirane
Kecekî neh salî xwe gihandiye refen cangoran Êre, Zînê jibo xatirê gelê welatê xwe buye qûrbane
Dayika Zînê bankir; Hune dawîyê bidene hesrane Hune xwedîkin zaroken le ber sirê dayêyanen Hune xwedîkin zaroken le ber sirê dayêyanen Li mine lê li mine lê li mine lê li min li min li minTeksty umieszczone na naszej stronie są własnością wytwórni, wykonawców, osób mających do nich prawa.